|
Article on other languages:
|
Di jînewerzanistî da, tuxm anko species yek ji bingehîntirîn yekînên sinfandina jînewerzanistî ya jîneweran e. Her tuxmek ji jîneweran endamwerên weha bi xve ve digirit ko ji ber hindê ko bavkalikekê hevpişkê nêzîk heye ji alîyê ruxsar, laşkelêşî, erkzanistî, û bûmayîkzanistî ve xwedîyên saloxetên wekhev in. Pir caran, navên lawiran di zimanê axivtinê da ne wekî navên wan di sinfandina jînewerzanistî da ne. Ji bo mînak, navê se bin-tuxmekê gurgan in. Lihevhatina dunavî ji bo navkirina tuxmanDi sinfandina jînewerzanistî da, navên du parçeyî û wekî peyveka Latînî ji bo navkirina tuxman dihên bikaranîn. Navê nivşî li destpêkê dihêt û pîta destpêkê ji navê nivşî jî bi awayê kapîtal e. Navê tuxmî bi awayê pîtên tewandî (îtalîk) li paş navê nivşî dihêt. Ji bo mînak gurgên boz wekî Canis lupus dihên navkirin.
|
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.