|
Article on other languages:
|
Spanya an jî Keyîtiya Spanyayê (fermî bi spanî Reino de España, katalanî Regne d'Espanya, galîsyayî Reino de España, baskî Espainiako Erresuma) dewleteke, li başûr rojavaya Ewropa, li nîvgirava îber ye. Paytexta Spanya Madrid e.
ErdnîgarîFirehîya xakên Spanyayê li derên herî fireh bakur başûrî de 856 km û rojava rojhelatî de jî 1.020 km e. Spanya, bi Portekîz û navçeyekê Keyîtîya Brîtanyayê ser deryan Gîbraltar ve li ser nîvgirava îber dimê ye. Xakên Spanya yên li ser nîvgirava Îberî, ji heftan şeşa îber digirin. Li sînora Spanya yê bakur rojhelat, ser çîyayên Pîrenê re, Fransa û Andorra dimê ye. GiravGiravên wek Balear, Kanarya, Ceuta û Melilla de pêk tê ye. Balearê li Deryaya Navîn, Kanarya yê li Atlantîk û bajarên li beravên Maroko, Efrîqaya Bakur dimên Ceuta û Melilya jî hundura xakên Spanyayê ne. Navçeyeke Spanya ya Llívia di hundura sînorên Fransayê de dimê ye. Giravên mînak Alborán a Perejil bi Spanyayê ve girêdan ne Herêmên SpanyayêSpanya bi 17 navçeyên otonom û 2 bajarên otonomên li Efrîqa bakur(Ceuta û Melilla) tê karger kirin. Bibîne: Herêmên Spanyayên Otonom GelLi Spanya bi gelemperî zimanên spanî, katalanî, galîsyayî, baskî û aranî (okzîtanî) tên axaftin. Spanî li welat bi tunî zimanê fermî ye û ew her sê zimanên din jî bi tenê li hin herêman zimanê fermî ne. Lê li hin derên din hin zimanên din jî tên peyivîn. Li Katalonya li dibistan û zanîngehan him zimanê katalanî û him jî spanî tên bikaranîn. Wek li Valencia zaraveke katalanî, minak asturî zimanên dinên ji alîya hindikên Spanya tên axaftin. WerzîşLi Spanya spora herî girîng fitbol e. Real Madrid û FC Barcelona yek ji du qûlibên dinêyê fitboleyê herî girîng in. Maçên navbera wan de li dinê baleke mezin dikişînin. Bajarên mezin (2005)
Wêne
|
||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.