Rojhilata Navîn

Article on other languages:

del.icio.us del.icio.us
Digg Digg
Furl Furl
Reddit Reddit
Rojo Rojo
Add to OnlyWire
Rojhilata Navîn
Rojhilata Navîn

Rojhilata Navîn herêmek e ku ji rojhilata Îranê digihe rojhilata Misirê.

Ev welat li herêma Rojhilata Navîn in: Behreyn, Erebistana Siûdî, Iraq, Îran, Îsraîl, Kurdistan, Kuwêt, Libnan, Qeter, Sûriye, Yemen

Egerên giringîya Rojhilata Navîn

  • Cografîya/Erdnîgarî: Rojhilata Navîn di keve navbera 3 parzemînan de (Ewropa, Asîya û Efrîqa) ji ber vê çendê ew boye pireka çandî û aborî dinêvbera van sinuran de.
  • Ayîn: Rojhilata Navîn landika (derguşa) hersê Ayînên asmanîye (Ayînê Îslamê, Cuhî û Krîstîyan). Van hersê ayîna çanda xwe li vê deverê bi pêş xistîye.
  • Çand: Herweha li Rojhilata Navîn şaristanîyên mezin peyda bune, û boye egera pêşketinên zanistî. Herwesa salnama Cîhanî ji vêdere destpêkirîye weku ji dayik buna Hizretî Îsa li Betlehmê (Îsraîl).
  • Mêjo: Rojhilata Navîn peywendîyên mêjoyî yên corbecor li gel gelek deverên cîhanê heye û hebuye. Eve jî ew kawdan û rûdanên weku Îmbratorîya Roma, Îmbratorîya Bîzantîya, Seferên Xaçperestîya, Îmbratora Osmanî, Cenga Cîhanê ya yekem, dagîrkerîya Mengolîya, kolonîyalên Birîtanî û Fransî û herweha bandorên Emrîka û Sovyeta caran.
  • Aborî: Rojhilata Navîn berpirsîyare bi beşekê herî mezin yê neftê ewa ku rojane tê mezaxtin. Kenalê Suwêz li Misrê yek ji rêyên herî giring ya deryayî ye li cîhanê.
  • Ramyarî (politîk): Rojhilata Navîn devereka pir bi pevçone. Di nava gelên corbecor da pevçon heye weku Kurd û Ereb, Kurd û Faris, Filistîn û Îsraîl û herweha hêlîna Îslama radîkale.

This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.