Rûsya

Article on other languages:

del.icio.us del.icio.us
Digg Digg
Furl Furl
Reddit Reddit
Rojo Rojo
Add to OnlyWire
Российская Федерация

Rossijskaja Federazija
(Federaliya Rûsî)
Rûsya


Ala

Mertal
Zimanên fermî Rûsî
Sîstema sîyasî Federasyona Nîvserokkomarî
Paytext Moskow
Serokdewlet Dmitry Medvedev
Serokwezîr Vladimir Putin
Rûerd (Dor) 17.075.400 km² (1em)
Gelhe (Dor) 142.008.838 (2008) (9em)
Berbilavî 8.3 kes/km²
Dirav Ruble (RUB)
Navçeya demjimêrî (UTC) UTC+2 ra +12
Nîşana înternetê .ru
Koda telefonê +7


Moskow, serbajarê Rûsyayê


Gora Lenîn û Kreml

Rûsya (bi rusî: Россия Rossija an jî bi fermî: Российская Федерация Rossijskaja Federatsija, anku bi kurdî Federasyona Rûsyayê) dewleteke li bakura Ewrasyayê dikeve û gorî parzemîna xwe welata herî mezina dinê ye.

Rûsya pê belav bûna YKSS hat saz kirin û yek ji endamên UNê daîmî ye. Ew yek ji endamên G8 (Grûba Heştan) e.

Tabloya Naverokê

Erdnîgarî

Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re

Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norwêc (196 km) û Fînland (1.340km), Deryaya Sîbiryaya Rojhelat, dewletên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Rûsyaya Sipî (959 km) û Ukraynayê (1.576 km) re hene.

Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qafqasyayê sînorên xwe bi Gurcistan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazaxistanê re didom in. (6.846 km).

Li rojhelat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Mongolistanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhelata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotsk , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.

Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.

Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayîyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Poland û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polandê (206 km) re hene.

Çem

Çemê Newa li Sankt Petersburgê

Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Volga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahîyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.

Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne: Volga, Kama (1.805 km yek ji milên Volga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên Volga), Ûral.

Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne: Newa, Volxov, Duna, Pregel, Memel, Don, Kuban

Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin: Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena, Indîgîrka.

Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin: Amur, Usûrî, Seya.

Çiya

Çiyayên Qefqas

Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.

Çiyayê Rûsyayê yê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qafqasan dimê.

Bajar

Penç bajarên mezintirê Rûsyayê:

  1. Moskow (serbajarê federasyonê, 10,10 milyon)
  2. Sankt Petersburg (berê, Leningrad) (4,58 Milyon)
  3. NovosibirskSîbîrya (1,42 milyon)
  4. Nişnî Novgorod (Gorki) (1,35 milyon)
  5. Yekaterinburg (1,26 milyon)



Asya Dewletên Ewropa

Albanya | Almanya | Andorra | Aûstriya | Azerbaycan | Belgiya | Bêlarûs | Bosniya û Herzegovîna | Brîtanyaya mezin | Bulgaristan | Çekiya | Danîmarka | Ermenistan | Estonya | Fînland | Fransa | Gurcistan | Holand | Îrland | Kroatiya | Îsland | Îtalya | Kîpros | Makedonya | Letonya | Lîştinştayn | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Norwêc | Poland | Portûgal | Qazaxistan | Romanya | Rûsya | San Marîno | Serbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Swîsre | Tirkiye | Ûkrayna | Vatîkan | Yewnanistan


Asya Dewletên Asya

Afxanistan | Azerbaycan | Bangladeş | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Çîn | Endonezya | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Îran | Îraq | Îsraîl | Japonya | Kamboçya | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Mongolya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qazaxistan | Qirgizistan | Rûsya | Singapûr | Srî Lanka | Sûrî | Tacîkistan | Tayland | Taywan | Tirkiye | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Viyetnam | Yemen

This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.