Arjentîn, (República Argentina), welatekî li Amerîkaya Başûr e. Welatiyên Arjentînê bi zimanê spanî diaxivin. Ev welat dikeve navbera zincîra çîyayên Andê û li başûr rojava jî dikeve ser Okyanûsa Atlantîk. Herwiha Arjentîn dikeve ser sînorên çend welatan jî: Ûrûgûay, Brazîl, Paragûay, Bolîvya û Şîle. Navê Arjentînê ji peyveka latînî Argentumê peyda bûye û wateya wê jî zîv e.