|
Article on other languages:
|
Ajalên li Kurdistanê
Ajalên kedî li Kurdistanê
Bi hezaran sal in ku ajel tên kedîkirin. Xelqê ji bo fêda xwe, ajel xwedî kirine. Dibêjin kûçik ajelê herî pêşîn e ku kedî bûye. Kûçik dikarin malê bipên, nêçîrê bikin, kerî û garanan li hev ragirin. Wek nimûne, meriv dikare gerdûman bavêje pey hespan, lê siwar be û pê kar bike. Meriv mange, mîh û bizinan jî ji bo goşt, şîr, çerm û hiriyê xwedî dike. Mirîşk hêkan dikin. Merivan mêşhingiv jî ”kedî” kirine. Hin ajel jî ji bo kêf û xweşiyê hatine kedîkirin. Piştî kedîkirinê hin ajel hatine guhartin û hin cinsên nû peyde bûne. Wek nimûne, ger meriv kûçik û tajiyan bigêhîne hev, cewrikê ku ji wan çê dibe cinsekî nû ye, em jê re dibêjin toltajî. An jî ger ker biçe ser hespê, hêstir ji wan çê dibe ku ew jî dibe cinsekî(celebeke) nû. Ajelên malovîHesp, mîh, mange, mirîşk, beraz, werdek, gamêş, bizin, qaz, hêştir û ker çend ji ajelên malovî ne ku li gelek welatan hene. Piraniya wan li welatên germ dijîn. Gamêş li Hîndistan û li gelek ciyên din hene. Ew ajelên barkêş in, lê meriv wan ji bo şîr jî xwedî dike. Li gelek welatên Asya û bakûrê Afrîkayê hêstir hene. Hêstir ji bo kar û barkêşiyê tên xwedîkirin, lê meriv dikare li wan siwar be jî. Ker, bêtir li derûdora Deryaya Spî û Rojhilata Navîn hene. Ajel û lawirên nav malêHin ajel û lawirên nav malê bi piranî di hundirê malê de ne. Hin ji wan ne kedî ne, ger meriv wan berde der, diçin û venagerin. Ajelên navmalê, bêtir ji bo hogiriyê tên xwedîkirin. Piraniya wan di qefes û akvaryûman de tên xwedîkirin. Wek nimûne, bi piranî çûkên evînê, mişkê hindî û masiyên akvaryûman in. Ajelên derveyî malêHin ajelên kedî, normal li derveyî malê dijîn. Wek nimûne, bi qasî ku sebra kêrguh, kûçik û pisîkan li hundirê malê tê, hewqas jî kêfa wan ji derveyî malê re tê. Pisîk li gor kêfa xwe diçe der û tê hundir. |
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.