|
Ûzbêkistan (ûzbêkî O‘zbekiston; fermî Komara Ûzbêkistan, ûzbêkî O‘zbekiston Respublikasi) welateka li Asya navîn de ye. Cîrantiya Ûzbêkistanê bi Qezexistan, Qirgizistan, Tacîkistan, Efxanistan û Turkmenistanê re he ye.
Erdnîgarî
447.400 km² rûerda Ûzbêkistanê he ye, bi mezinahî xwe ew welata cîhaneyê 56an e. Direjhatîya welat ji rojhelat Gola Aralê de rojava heta Ferghanatal nezikî 1.200 km, firehî jî di başûr û bakur de 930 km e. Li başûr rojhelat Turkmenistan, li bakur Qezexistan û Gola Aralê, li başûr Tacikistan û li rojhelat jî Qirgizistan heye. Çi qas ji bo Gola Aral hereşekê hişk bûn heye û hin navçe xwe di sînorên Qezexistan de dima jî bi 43.000 km aqarê xwe ew gola herî mezin Ûzbêkistanê ye. Çiyayê herî mezin bi 4.300 m Çiyayê Beşton e.
Çem
Di Ûzbêkistanê re du çemên mezin, bi 2.539 km çemê Amudaryo û bi 2.212 km an çemê Sirdaryo derbaz dibe. Amudaryo Efxanistan li çiyayên Pamir û Hindîkûş dize û li Tacikistan û Efxanistanê bi navê Pamîr tê navkirin. Amudaryo paş di sînorên Efxanistan û Ûzbêkistanê re derbaz bû şunda di paralela sînorên Ûzbêkistan û Qezexistan re derbaz dibe. Sirdaryo li Qirgizistan şunda dikeve Ûzbêkistanê paş Ferghanatal derbaz kir şunda dikeve Tacikistanê û şunda Ûzbêkistanê re derbaza Qezexistan dibe.
Hin çemên dinên Ûzbêkistan ewna ne;Surxondaryo, Qashqadaryo, Qarshi, û Zarafshon e.

Suruşt
Li Ûzbêkistanê suruşta Suruşta Çol tê dîtîn. Havînan germ û bê barij e, zivistanan jî sar e.
Dîrok
Parêzgehên Ûzbêkistan
Gel
Gorî danen fermîyên 1993an de gelê Ûzbêkistanê wiha par ve dibe; %73,7 ûzbêkî, %5,5 rus, %5,1 tacîkî, %4,2 qezexî, %2 tatarên kirimî, %2 qereqalpakan, %1,1 koreyî ne. Li wan bêtir ew hindikenên kurd, ûygûrî, elman, azerî jî hene.
Ol
Li gelî Ûzbêkistanê 88 % xwe misilmanên sunnî ne. %9en xwe xristiyanên ortodoksên rus in. Li wan bêtir misilmanên Şî, xristiyanên zavên din û cû jî hene.
Bajar
Bajarên Ûzbêkistanê herî mezin ewna ne: Taşkent (Toshkent) (nêzîkî 1.978.000 kes), Namangan (nêzîkî 432.500 kes), Samarqand (nêzîkî 319.400), Andijon (nêzîkî 318.500), Bûxara (Buxoro) (nêzîkî 247.700) û Nukus (nêzîkî 230.000) (di 2005 de)

Girêdanê Web
Questions for article: gurcistan respublikasi.
|