|
Article on other languages:
|
Mezhebê fermî yê Îranê Şî û zimanê fermî jî Farisî ye. Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê ye. Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.
NavPeyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e. Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye. ZimanZimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn. ErdnîgarîWelatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Afxanistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û derya Omanê hene. Parêzgehên ÎranêLi Îranê 30 parêzgeh hene:
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
This article is from Wikipedia. All text is available under the terms of the GNU Free Documentation License.